Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Kasım, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Welatekî ku şer tê de hebe nirxa hunerê nayê zanîn

Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû... Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn.   Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye? - Hîvron Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “

Bilbilê Farqînê

Hunermend û Hozanê Kurd Şiyar Farqînî di sala1953’an da Li Silîva tê dinyayê. Navê wî yê ewil Celal Sarıkaya ye. Bi eslê xwe ji Heskîfê ne bapîrê Şiyar koçî Farqînê dike. Di heft saliya xwe da bavê xwe Şerîf –ku wênekêşek bi nav û deng e, li Silîva- hunda dike. Dayîka Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik bî dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li Kargeha Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li yatliyê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite da ku alîkariya malbatê bike. Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikşîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distre. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xurtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xurtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî pişaftinê derdikeve. Ew bi zimanê dayika xwe bi Kurmanciya Şêrîn û gewr st

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn

Madde ve Mana Ekseninde Xâtûn ve Zembîlfiroş

         Ey dil were dîsa bi coş  Carek ji cama mey binoş   Bikim qîsseta Zembîlfiroş   Da seh bikin hîkayetê  * Ey hükmünü kaderin keskin ve acı kılıcıyla yerine getiren tarih ve onun talihsiz müdavimleri ve şanssız yiğitleriyle bahtsız güzelleri !.. Bir yazı bu denli mi güç yazılır. Bu denli mi titrer insan. . . Kalp neden bu denli ürkek şaşkınlık ve edeple titrer. Semanın asudeliğini titrekliğiyle yaran yıldızların serencamını bu denli mi hisseder insan derinlerinde. . . en derinlerinde. . .Metefizik güç tarihin hangi devrinde böyle bir şehametle fizik kanunlarına üstün gelinmiştir. Peki ya teori ve idealar Yunan’dan Mezopotamya’ya Avrupa’dan Hint’e böyle bir zaferle taçlandırmışlar mıdır pratiklerini. Yahut asaletin ve üstünlüğün, böylesi muhteşem şekliyle tarihe kaydedildiği görülmüş müdür. 10bin yıllık tarihiyle birkaç kişiden başkasına nasip olmayan ve insanı derin düşünce ve ürpertilere garkeden ve dünyanın zahiri lezzetlerini ellerinin tersiyle ve bir an bile tereddüt

Zarokek ji Tirsê

“Tirs li cem me, ji berî zarotiyê dest pê dike. Mêr gava ku dixwaze bi jinê re razê, ditirse. Hingî ji biçûkanî de ji têkiliyên cînsî hatibû tirsandin, piştî ku mezin dibe jî, êdî nikare wan têkiliyên germ bi jinê re bijî, jixwe jin ji mêr bêtir ditirse ew lerizandina ku mêr pê re ava xwe ya nêr berdide ser hêka mê ya jinê, lerizandina tirsê ye beriya ku ya xweşiyê be” Hevirtirşê jiyana me bixwe tirs e… Ez di gundek wusa de hatime dinyayê ku mêr di şeva xwe ya ewil de bi dar çiye ba jina xwe, hey hewar ev kevneşopiyek çawa ye ku mêr çiqa li jina xwe bixe, çiqa lê zilm û te’deyê bike ewqas mêr e. . . Tirs di heman deman de li jiyana min de jiyana min bixwe tirs e. . .  Bi tirsek û ricfek bê sebr û hedan ez têm dinyayê. Ez goriyê axa û gelê xwe bûm. Di şeş saliya min de bi zimanek xerîb min dest bi xwendin û elimandinê dikir.hinkirina zimanek biyanî salên min distent,ziman-herimî dibûm di nava malê û dibistanên de hertim bi tirs diaxivîm. Di zaroktiyê de mamostey

Pîra Xanê û Elîşbaxa Bavfileh

Pîra Xanê û Elîşbaxa Bavfileh May 15th, 2012 Ooo Hebû qet tune bû Ji xwedê mezintir kes tune bû Mezinê fila kûçikê me bû (!) Belê belê sed heyf û mixabin çîrokên diya min bi van peyvan dest pê dikirin. Ew hesûdî ya ku li dijî fila hebû mixabin bandora xwe dabû ser her tiştî . . . Lê ez bi van peyvan dest bi çîroka xwe nakim Ez ê bi haweyekî din dest bi xebrojka xwe bikim Rojek ji rojan Rehme li dê û bavê guhdaran . . . Hebû tunebû li gundekî çiyayî jineke jinebî bi navê Xanê hebû. Mêrê wê Arif sedema êşa qansêrê di ‘emrek ciwan da çûbû rehmetê, ji ber wê kar û barê malê qelibî bû ser pişta Xanê. Pîra Xanê di nava gund da bi nav û deng bû, gava ku kofiya xwa ya rengînî û giranbûha wek barê gayekî li serê xwe dilefand û li nava gund da piyase dikir millet hijmet bû lê binhêre.  Jinek zana û jîr bû, jêhatî bû di karê xwe da. Ez bi xebrojkê wê -pîra xwe ya Hecî Xanê- mezin bûm. Hertim wê qal û qisa xelqê dikir di xebrojkê xwe da, lê gere çîroka wê jî hebuya, belê belê

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê     Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn. Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn , bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da , li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan . Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet tê’r namîne ra

Helbest/ Evînên Şîrşihitî

*Evînên Şîrşihitî Ji nifşên otomat evînên ‘esûs dizin Xela û celaya demê li me rabûye Em bi ‘efareya rabirdûyên xwe, dixapin Mirov timatiya hêviyên perposek dikin Bîra Mirovatiyê kor e, bê te’mor e Evînên nêvcû û tehmesarkî dizên ji axa xêr-ji-xwe-nedî-tî Bi mêjiyên xwezîanîbûn û bi dilbijandinek dinya-nedî-tî, Fêrî hizkirinek serqot dibin sîp û sengelê vî welatî Û bihevşabûnên şor-şolî dişewişin bi şirîkên pişaftî Evîndar bi kul dikulin li ser axa stûşikestî Evîndar'ın bê vîn diponijin li zaboxên tengetarî Hezkirinên bê hêz bi atiyê dikevin li papûrên ripîreşî Keçhorî fahmkor, qeşengciwan doxînsist, dem belqitandî Ji dêmên dîlbera gozelê gewzek gelêrî napengize Ji rûyên dilbaz kenek herêmî nafiştiqe Bîr û bawerî bi hewes û qestîka nawerqile Bizarbûn û biyanîtî bi eşq û evînê naguhere Di hemêza dîlberan da diltolaz, nahewin Sipîsar in, bê rih, soz û qirar in dil, natebitin Sersar in, parsektiya xeberdanê dikin, nastrin Gerok i