Ana içeriğe atla

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê

   
Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn.
Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn, bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da, li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan.
Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet tê’r namîne radibe radike zar û zêçên xwe û dikeve rêya nenasiyê.
13 salî bû wextê ku bi çavên serê xwe Hemoyê Gomî dîtibû. Kambaxê ne bi dilekî bi deh dilan dil berdabû ev lawikê gewrik. Piştî salekî zewicîbûn û di nav salan de kêşkî sebî anîbû dinê Binefşa Xanê ji delalîkê ber dilê xwe Hemoyê Gomî re. Bextewar bûn jiyanek wan î sade û seqirandî hebû. Hewtiya xwe bi zarûkên xwe dianîn û bi zêdebûna wan xenî dibûn.
Binefşa Xanê; jinek navsere û serwext bû ji nava xwe têr bû heta tu bêjî. Sebî ji ber pêsîrên wê xalî nedibûn, ji du rojan carkî davêt tenûrê, şîv û navrojên qerase çêdikir. Xulase bi kurt û kurmancî; pê nediket ber hurmetê kar b’kar vedikir. Lê carekî tenê be jî tu leqay gilî u gazinên hurmetê nedihatî. Dilşad bû ji ber ku evîndarê wê li cem wê di milê wê dabû.
Ne heyfa evînê gelo çira ev mîrata dinê tim ne li ser qeyskiye? Keysa xwe ev car li Binefş û Hemo anîbû. Agirek barîbû û ter û hişk bi hev ra  di zik xwe da şewitandibû. Tofanek rabûbû li welatê Binefşê, lehiyek ku mêr û jinan, bav û kuran, xwuşk û biran ji hev belawela dikir, neyartiyê dikir navbeyna wan. Fikr û ramanên nû derketibûn peyasê. Ciyê bêlasebeb kur bavê xwe diderewand, mêr û jin ji binê piyê xwe pirsgirêkan derdixistin û hev berdidan. Mirov êdî ne li hev bûn nema ew aramî û kêfxweşiya nav gundiyan, nema ew zarşêrîniyan nav der û cîranan. Êdî kes, êl, eşîr, mal, malbat, bav, bavik eyb e eybe tu divê qey morîka xewê avêtibûn guhê  wan his û pis ji wan hatibû birin. Erase û peyase ji hîzb û partiyan re mabû.
Di nav vî ewrê reş û tarî de malbatên Binefş û Hemo jî para xwe hilanîbûn. Ba û bahozên ev îdeolojiyên nû di nav malbatên wan de jî belav bûbûn,  çi heyf malbatên wan jî êdî sergovend û berbûrîyên evan dehw û dozan bûn. Mixabin ne li aliyek bûn her du malbat dijberî hev cih girtibûn. Ro bi ro çûn û hatinên malbatan kêm dibu. Di  şevêrkî û cimaetan da ji hev nexweş xeber didin hevdu pîs dikin û pêl bi pêl neyartî di nav wan de mezin dibû.
Binefşa Xanê û Hemoyê Gomî jî nisîbê xwe ji vê neyartiyê digirin. Peşk li evîn û hubba wan a salane dikeve. Ez çi serê we biêşînim  tekiliya Binefş û Hemo li hember dijberiya malbatên wan zêde di ber xwe nade, dipelişe. Binefşê eşq û evîna xwe davê dilê xwe û dev ji bengî û sermiyanê mala xwe berdide.
Mayîn ;
Mayîna li welêt berxwedanek dixwaze bê şik
Têkoşînek bêhempa ye
Li ser kirta xwe mayîne
Mayîna li ser piyê xwe wekî “Xwe” wekî “kes”ek kesayetiyek jîna li welatê
xwe sexte, zehmete
Dûrketin û çûndin;
Jibîrkirin e esseh!!!
Xelasiye ji geremol û gelemşeyan
Seqirandine ji xeyb û xireciran
Revîne ji vir û vîçên hamberiyan
Xwe kerrkirine ji fesadî û fennên der û cîranan
Binefşa min û te jî di nav xelîl û celîlan da mabû pir dabû ber hev, hûr hêrabû kûr fikirîbû, bi dinyayê şêwirîbû paşê bi aqilê xwe kiribû rêya diduyan yano rev û çûndinê bijartibû tevî 6 sebiyên xwe li bajarên Romiyan qelibîbû.
Civakên girtî xwedî tore û qaîdên taybet in. Bi hişkbûn û tûjbûna xwe “Kes”an dixesînin, di zik xwe dixwun, dimehînin,pûç dikin. Guhertin an qebûlkirina tiştekî nû li gel wan kêm çêdibe. Bi çand û adetên bav û kalan re diricifin û her yek ji wan xwe dike mertal li ber van kevneşopiyên salane. Tim reht û westandîne ji bo tiştnên nûcedîd.
… Ew ê ev dan hê pir avê hilçinîne…
Sebat/Îzmît/2016

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bê...

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn...