*Evînên Şîrşihitî
Ji nifşên otomat evînên ‘esûs dizin
Xela û celaya demê li me rabûye
Em bi ‘efareya rabirdûyên xwe, dixapin
Mirov timatiya hêviyên perposek dikin
Bîra Mirovatiyê kor e, bê te’mor e
Evînên nêvcû û tehmesarkî dizên ji axa xêr-ji-xwe-nedî-tî
Bi mêjiyên xwezîanîbûn û bi dilbijandinek dinya-nedî-tî,
Fêrî hizkirinek serqot dibin sîp û sengelê vî welatî
Û bihevşabûnên şor-şolî dişewişin bi şirîkên pişaftî
Evîndar bi kul dikulin li ser axa stûşikestî
Evîndar'ın bê vîn diponijin li zaboxên tengetarî
Hezkirinên bê hêz bi atiyê dikevin li papûrên ripîreşî
Keçhorî fahmkor, qeşengciwan doxînsist, dem belqitandî
Ji dêmên dîlbera gozelê gewzek gelêrî napengize
Ji rûyên dilbaz kenek herêmî nafiştiqe
Bîr û bawerî bi hewes û qestîka nawerqile
Bizarbûn û biyanîtî bi eşq û evînê naguhere
Di hemêza dîlberan da diltolaz, nahewin
Sipîsar in, bê rih, soz û qirar in dil, natebitin
Sersar in, parsektiya xeberdanê dikin, nastrin
Gerok in, derketine tevdîlhewayê, nalûsin
Paîza 2013’an/ Diyarbekir
Yorumlar
Yorum Gönder