Ana içeriğe atla

Welatekî ku şer tê de hebe nirxa hunerê nayê zanîn



Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû...




Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn. Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye?

- Hîvron


Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “don don dirxan don dirxan” di zaroktiya min de cihekî mezin digire. Dê û bavê me ji zarokên xwe re gotine lê me wenda kiriye. Gelek pêkenokên me hene ku me wenda kiriye. Dema tu niha li Gurê Manco dinhêrî tu dikarî fîlmekî baş jê re çê bikî. Dê tiştek wek “Yuzuklerîn Efendîsî” çê bibe dema ku Gurê Manco bibe fîlm. Mesela Bizina Kûvî, Hebhinarkê ev mîtên kurdan in. Mîtolojiya me xurt e. Mirov dikare ji vana sûdê werbigre û tiştinên pirr baş bike.
Lê em ji xwe dûr dikevin. Ev ji bo me pirsgirêke. Kapîtalîzm ango çanda serdest nahêle çandên bindest xwe bînin ziman. Ev rewş rê li ber wendabûna çandên bindest vedike. Ji ber vê yekê tiştinin dertên pêşiya muzîka kurda. Çiqas tiştên ne baş bibin jî tiştinin baş jî dibin. Ev ji bom e, ji bo muzîka me tiştinin erênî ne. 


Belê mamoste dema em dibêjin muzîka kurdî, muzîka Bakûr dinirxînin. Mihemed Şêxo di hevpeyvînekê de dibêje “Dema mirov li Bakûriyan gohdar dike, heta ku gotin dest pê neke mirov nizane ev stran kurdî ye an tirkî ye.” Îro ev rewş didome. Stranbêjên me ji nav gelê xwe dûr in. Ev jî kêşeyek mezin e. Lê îro hûn di nav me de ne. Ev tiştek pîroz e em te pîroz dikin. Hin stranbêjên me hene, dertên hin qanalên Tirkan(İMC, HAYAT), hunera xwe bi tirkî vedibêje. Ev tiştek pirr ecêb e. Xemilî Zozan rasterast werdigerand tirkî. Di muzîkê de em bi xwe nebawer in. Dema rexneyek ji Kurdekî/Kurdistaniyekî were em qîmet nadinê.

- Hîvron

Ev rast e. Niha muzîka kurdî wek zarokeke pênc şeş mehî ye. Dibe ku temendirêj be lê di milê teknîkî û resterasyonê de temenê wê kin e. Niha tu dikarî ji Elî Herîrî yan jî Ziryab. Dema tu qala Ziryab bikî tu dikarî herî “Sumer Rahîp Devletlerî” tu dikarî herî pêşiya vê demê jî. Kurda li ser vê erdnîgarî yê muzîkê afirandiye. Çandek wan a ewqas kevn heye. Lê dinya diguhere. Stranbêjek Hindistanî heye Nûsret Fatîh Elî Xan di hevpeyvîneke xwe de qala vîbresyona kiribû. Di kurda de gelek vîbresyon hene. Bi kurdî dibêjin “Re’landin” bi tirkî dibêjin “Çengel”. Berê telefon tune bû berê înternet tune bû berê amûr kêm bûn. Dinya pêş dikeve. Ji bo kurda ya herî baş li ser amûrê xwe pêşketin e. Lê divê amûrê dinyayê jî nas bike û bikarbîne. Ez nabêjim bila herkes kapîtalîzmê biecibîne. Ez jî ji kapîtalîzmê hez nakim. Mînak ez tiştên marka li xwe nakim, jê hez nakim. Lê dinya pêş dikeve, tu nikarî xwe ji vê rewşê bişoyî. Divê tu xwe nûjen bikî. Lê nabe ku tu xwe tune bikî. 
Ez dixwazim ji Ehmedê Xanî mînakek bidim. 400 sal berê Mem û Zîn nivisiye. Di vê pirtûka xwe ya pîroz de kêşeya dewletê honandiye. Ev berhemê 94 sal beriya “Şoreşa Fransiza” nivisiye. Lê Ehmedê Xanî bê dewlet e. Tevî vê bê dewletbûna xwe, fikra dewletbûnê afirandiye. Ji xeynî vê jî Humanîzmê honandiye, hunerê honandiye. Dengbêjiya kurda pirr kevn e. Lê tu dengbêjiya kurda nûjen nekî, restore nekî tu nikarî wisa bidî dinyayê, dê dinya te qebûl neke. Dinya pêş dikeve. Bifikire heta niha te wêneyekî reş û spî dikişand lê tu niha dikarî bi hezar rengî bikşînî. Tu mecburî van tiştan nas bikî. Divê tu ji vê rewşa dinyayê haydar bî û li gor vê nûjenî yê manîfestoyek ji xwe ava bikî

Hevpeyvînek Kovara Çirûskê bi Rotînda re hebû. Rotînda di wê hevpeyvînê de digot ku di nav kurda de “Stranbêjî” û “Strangêjî” heye. Li gorî we niha “Stranbêjî” û “Strangêjiya” me di çi astê de ye?

- Hîvron

Zanî muzîkê dişibînim çi? Peyva muzîkê “Zimanê Ferîşteya” ye. Peyvek yewnanî ye. Muzîk ewqas tiştekî pîroz e. Dema em li qewmek dinhêrin, nikarin her tiştî bibêjin. Rewşa rewşenbîra jî wisa ye. Hin rewşenbîr hene di Kêşeya Kurdî de jî heman tişt dibêjin. Hin kes dibêjin Kurd mafdar in hin kes jî dibêjin ne mafdar in. Muzîk jî tiştek wisa ye, rolatîv e. Li dinyaê de jî wisa ye. Hinek neheqiyan dibêjin, qala mafên bindestan dikin, qala mafê kedkaran dike. Ên din qala çi dike? Qala populîzmê dike, qala kapîtalîzmê dike. Ên kurda jî wisa ye. Kesên ku kala tiştên baş dikin hene, kesên qala tiştên ne baş jî dikin hene. Ez naxwazim di vê warê de pîvaneke deynim. Ev tiştek ne baş e. Helbet tiştên baş jî tên kirin. Dê ev tiştinin bibin pêşengên pêşketina muzîka kurdî.


Di muzîka kurdî de gotin ne girîng e. Pêşiyên me li meqamê digerin. Îş ew e ku tu meqamê biafirîni. Lê li ba me kêşeyek heye. Dema em stranên dengbêjek şîrove dikin, em wê stranê diherimînin. Li gorî min kêşeyeke mezin heye di muzîka kurdî de. Hûn çi difikirin di vî warî de?

- Hîvron

Di kurda de dewlemendiya meqama zêde ye. Cudabûna meqama girîng e û lazim e. Dîrok du hezar sê hezar sal bi gotinê hatiye vegotin.Girîngiya dengbêjan ji vê derê tê. Meqam pêwîst e. Çanda kurda bi saya dengêjan hatiye vê rojê. Nivîsandin di nav kurdan de nînbû. Kurda derdê xwe bi gotina vegotiye. Qala bûyeran dikin. Dema tu gohê xwe didî Evdilayê Goyî, M. Arifê Cizirî, Kawis Axa tu dîroka kurda dibînî. Ji ber vê yekê pêwîstî bi meqaman heye lê gotin ji bo me kurda gelek girîng e. Dema em li muzîka dinê dinhêrin ê girîng “Newa” ye, meqam e. Lê ji bo me kurda yê girîng gotin e. Dema tu li Mozart dinhêrî, li Bethooven dinhêrî heman tişt heye; tenê meqam. Lê dema tu li Evdilayê Goyî, li Karapetê Xaço li Kawîs Axa dinhêrî gotin heye, ê muzîka wan cuda dike gotinên wan in. 



Mirov dibê qey “Xelaya Meqaman” rabûye.?

- Hîvron

Niha ez piçekî wê vekim. Niha tu li Bota dinhêrî dengbêjên wan cuda ne. Li yê Xerza dinhêrî yê wan cuda ne. Meqam gelek in, pirr in. Lê tenê bi vê nabe divê tu restore bikî. Divê tu gêranî yê restore bikî, ji nû ve şîrove bikî.

Em piçek jî qala albuma bikin.

- Hîvron

Album ji bo min pirr girîng e. Tu tiştek ji xwe didî civakê. Tiştekî ku bibe yê civakê tu car wenda nabe. Muzîk xweşiya wê ew e ku mirov parve bike. Ji vê tiştê xweştir ez tiştek nabînim. Ji ber vê yekê albuma yekem jî duyem jî ji bo min pirr girîng bûn. Min di wan albuman de helbestên Melayê Cizîrî, Şêrko Bêkes, Rênas Jiyan beste kir û got. Ji bo min kêfxweşiyek bû. Lê album çêkirin gelek zehmet e. Gel vê tiştî nizane. Dibêjin ku hema dibêjin û album çê dibe. Tu sê sal, rojê heft saet dixebitî da ku albumê derxî. Lê kes vê kedê nabîne. Karekî hêsan dibînin. Divê mirov nirxê bidê.
Welatekî ku şer tê de hebe nirxa hunerê nayê zanîn. Ê me jî ev e. Gotina Shekspare heye “ Kesê ku stranên civakê çêdike, ji kesê zagonên wî welatî çêdike, bi hêztir e.” Lê binhêre zagon her roj diguherin, lê meqam her û her dimînin. Kesê ku qîmeta çanda û hunera xwe nizanibe, nikare pêşiya xwe bibîne.
Dîrok eynika pêşketina mirovan e. Tu mecbûrî wê dîrokê bizanibî. Kurdek haya wî ji Baba Tahirê Hemedanî, Elî Herîrî, Ziryab, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Osman Sebrî tune be nikare ji xwe ji dîroka xwe tiştek fêm bike. Mirovekî xwe nasnekirbe nikare kesên din jî nas bike. Ku ez Melayê Cizîrî nas nekim ez nikarim Cizîrê nas bikim. Ez Cizîrê nas nekim nikarîm Kurdistanê nas bikim. Ez Kurdistanê nas nekim nikarim xwe nas bikim. Kêşe ev e. Divê Kurd xwe nas bikin. 


Ez li ser Zembîlfiroş bibêjim. Wekî ku tê zanîn Karapetê Xaço û Şivan Perwer û Gulîstan Perwer Destana Zembîlfiroş wek stran, stirîn e. Lê ev hemû jî bi terzeke klasîk gotine. Gelo ji bo nûjenkirina vê destanê wê xebatên we çê bibin?


- Hîvron

Dem zêr e. Mirov heta nirxa zemên fêm dike dibîne ku dem qediya ye. Ger dema min hebûna min ê Dimdim jî, Derwêşê Evdî jî bi şêweyek nûjen bigota. Lê hêza min têr nake. Kesek nikare her tiştî bike. Lê divê gelê me êdî fêm bike. Divê hewl bidin nehêlin wenda bibin van destana. 


Em piçek bişiqitin ser Silîva

- Hîvron

Farqîn cihekî dîrokî ye. Li ser rêya bazirganiyê bûye. Her millet ji vê derê da derbas bûne. Ji herêmên Kurdistanê mirov di vir de derbas bûne. Kî/kê derbas bûbe ji xwe ji eslê xwe tiştek li vê derê hiştiye. Min ji herêma Silîva stranên Şakê û Zêrîn stendiye. Min ji herêma Bekira jî stendiye. Mînak strana Har û Wellah a Hezoyî ya ye. Lê ez bi orjînalîta stranên gelêrî naleyîzim. Ez dengan lê zêde dikim, amûran lê zêde dikim lê pê naleyîzim.

Ji bo dawîyê hunê çi bibêjin?

- Hîvron

Spasiyên xwe pêşkeşî we dikim û di xebatên we de serkeftinê dixwazim.


2013/Silîva

Yorumlar

  1. ooo hecî Enes dest û dilê te neêşên. Te bi min hevpeyvîna stranbêjê ergeniya min da xwendin.

    YanıtlaSil
  2. Malava xwuyo. Wusa be mi xêrka qenc kirye...😊
    Bi hêviya hembêzkirinê...

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewi

Zarokek ji Tirsê

“Tirs li cem me, ji berî zarotiyê dest pê dike. Mêr gava ku dixwaze bi jinê re razê, ditirse. Hingî ji biçûkanî de ji têkiliyên cînsî hatibû tirsandin, piştî ku mezin dibe jî, êdî nikare wan têkiliyên germ bi jinê re bijî, jixwe jin ji mêr bêtir ditirse ew lerizandina ku mêr pê re ava xwe ya nêr berdide ser hêka mê ya jinê, lerizandina tirsê ye beriya ku ya xweşiyê be” Hevirtirşê jiyana me bixwe tirs e… Ez di gundek wusa de hatime dinyayê ku mêr di şeva xwe ya ewil de bi dar çiye ba jina xwe, hey hewar ev kevneşopiyek çawa ye ku mêr çiqa li jina xwe bixe, çiqa lê zilm û te’deyê bike ewqas mêr e. . . Tirs di heman deman de li jiyana min de jiyana min bixwe tirs e. . .  Bi tirsek û ricfek bê sebr û hedan ez têm dinyayê. Ez goriyê axa û gelê xwe bûm. Di şeş saliya min de bi zimanek xerîb min dest bi xwendin û elimandinê dikir.hinkirina zimanek biyanî salên min distent,ziman-herimî dibûm di nava malê û dibistanên de hertim bi tirs diaxivîm. Di zaroktiyê de mamostey