Ana içeriğe atla

Zarokek ji Tirsê

“Tirs li cem me, ji berî zarotiyê dest pê dike.
Mêr gava ku dixwaze bi jinê re razê, ditirse. Hingî ji biçûkanî de ji têkiliyên cînsî hatibû tirsandin,
piştî ku mezin dibe jî, êdî nikare wan têkiliyên germ bi jinê re bijî, jixwe jin ji mêr bêtir ditirse ew lerizandina ku mêr pê re ava xwe ya nêr berdide ser hêka mê ya jinê, lerizandina tirsê ye beriya ku ya xweşiyê be”

Hevirtirşê jiyana me bixwe tirs e…
Ez di gundek wusa de hatime dinyayê ku mêr di şeva xwe ya ewil de bi dar çiye ba jina xwe, hey hewar ev kevneşopiyek çawa ye ku mêr çiqa li jina xwe bixe, çiqa lê zilm û te’deyê bike ewqas mêr e. . .
Tirs di heman deman de li jiyana min de jiyana min bixwe tirs e. . . 
Bi tirsek û ricfek bê sebr û hedan ez têm dinyayê. Ez goriyê axa û gelê xwe bûm. Di şeş saliya min de bi zimanek xerîb min dest bi xwendin û elimandinê dikir.hinkirina zimanek biyanî salên min distent,ziman-herimî dibûm di nava malê û dibistanên de hertim bi tirs diaxivîm.

Di zaroktiyê de mamosteyê min ê ewil beriya hemû kesî tirs e. Neçe wan dar û deviyan ewê gur te bixwin,tu hatî malê bi piyê rastê bikeve malê,beriya ku tu ketî malê bismillah bike û hewd. 
hemû mîna fermanan û bi qedexe ye.
Lehiya tirsê neditebit e tu car nasekin e.

Dê û bav di kelecanek bê terîf ketine etriya min da ku em ê çawa vî sebiyê xwe mezin bikin Bi pistepist “em li ser vî zarokî pir ditirsin” ez dibim xort ev tasewasa wan naçe”em pir ditirsin ku belayek bête serê te” ez hinekî din mezin dibim “ em pir ditirsin da ku em zewaca te nevînin”
Ma gelo zewac bixwe bizr û toximê wê ne ji tirsê ye,
kirasekî tirsê nîne? 
Tirsa ji tenêtiye, tirsa ji mirina bê eser û şop, tirsa ji kalbûn, pîrbûn û ketinê. Tirsa ji xeniqandina di nav tariya çar dîwarên sar de. Tirsa ji civaka diranqîç. Tirsa ji xwedê. Tirsa ji tenêbûna giyan û laş…

Bêguman yek ji sitûnên bingeha civakbûnê ol e.Dînê ku bi me hat hinkirin ji serî heta binî bi tirsê hatibû xemilandin. Ji xelatan pirtir qala cezakirinê, şewitandinê û heraman dikir. Ma ol çi bû gelo? bo aramî û rehetkirina mirovan nîn bû? Ji bo însan nîn bû? Lê sed heyf û mixabin li welatê me mirov ji bo ol bû ol ji bo mirovatiyê nîn bû. Em li gor pirtûka pîroz nediçûn,me li gorî kitêba xwe lê dixist û me di mêjiyê zarokên xwe dînek kabûswarî ava kiribû û ev kâbus di şevên reş de dibû tirs û xwe li laşe wan/me dilefiya. Cin û perî hebûn qala wan qedexe bû ku mecbûrî biya qala wan bihata kirin gere me navê wan hilneda devê xwe û heke me negota “ê ji me çêtir” ew ê bihatana xewnên me..!!! 
Hey hawara xwedê kî bûn vana ku xewên min ên herî şêrîn li qefesa bêdengiyê de hiştin û li min kirin pêtek ji êgir.

Ez rehet nediaxivîm ku karibim şaşiyê xwe bivînim û xwe nas bikim…
Ez bê tirs nedimeşiyam ku bileqitim li kevirekî êşa şewatê nas bikim…Ez hişmendiyek azad nedifikirim da ku xewn û xeyalên azad bibinîm…
Û tirs û tirs û hey tirs. . .

Min dixwest ku ev tirs mêrek bûya û mîna du meran bihatana hember hev wê yekî ji me yê din biqedanda…Min dixwest ku jinek be, da ku yek ji me yê-a din bide ber tîren nefretê yên jehrkirî… 

Her dem min dixwest ez vê bigrim û resim bikim, renge wê şekil û şemala wê li ser tabloyekî raxînim û deynim ber çavan, da ku her kes çavên xwe ji dîtina wê têr bike û bizanibe me çi dîtiye çi nedîtiye…

Bihar/Îzmît/2012

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Madde ve Mana Ekseninde Xâtûn ve Zembîlfiroş

         Ey dil were dîsa bi coş  Carek ji cama mey binoş   Bikim qîsseta Zembîlfiroş   Da seh bikin hîkayetê  * Ey hükmünü kaderin keskin ve acı kılıcıyla yerine getiren tarih ve onun talihsiz müdavimleri ve şanssız yiğitleriyle bahtsız güzelleri !.. Bir yazı bu denli mi güç yazılır. Bu denli mi titrer insan. . . Kalp neden bu denli ürkek şaşkınlık ve edeple titrer. Semanın asudeliğini titrekliğiyle yaran yıldızların serencamını bu denli mi hisseder insan derinlerinde. . . en derinlerinde. . .Metefizik güç tarihin hangi devrinde böyle bir şehametle fizik kanunlarına üstün gelinmiştir. Peki ya teori ve idealar Yunan’dan Mezopotamya’ya Avrupa’dan Hint’e böyle bir zaferle taçlandırmışlar mıdır pratiklerini. Yahut asaletin ve üstünlüğün, böylesi muhteşem şekliyle tarihe kaydedildiği görülmüş müdür. 10bin yıllık tarihiyle birkaç kişiden başkasına nasip olmayan ve insanı derin düşünce ve ürpertilere garkeden ve dünyanın zahiri lezzetlerini ellerinin tersiyle ve bir an bile tereddüt

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewi