Ana içeriğe atla

Bilbilê Farqînê






Hunermend û Hozanê Kurd Şiyar Farqînî di sala1953’an da Li Silîva tê dinyayê. Navê wî yê ewil Celal Sarıkaya ye. Bi eslê xwe ji Heskîfê ne bapîrê Şiyar koçî Farqînê dike. Di heft saliya xwe da bavê xwe Şerîf –ku wênekêşek bi nav û deng e, li Silîva- hunda dike. Dayîka Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik bî dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li Kargeha Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li yatliyê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite da ku alîkariya malbatê bike.
Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikşîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distre. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xurtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xurtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî pişaftinê derdikeve. Ew bi zimanê dayika xwe bi Kurmanciya Şêrîn û gewr stranan dibêje.
Hozan Şiyar di sala 1973’yan de dizewice û hema piştî zewaca xwe diçe leşkeriyê. Hozan Şiyar sala 1975’an li şubeya leşkeriya Farqînê wekî karkerekî dest bi kar dike. Di ber vî karî da jî ew komeke muzîkê ava dike. Ew tevî koma xwe li şahî û dawetan li stranan bi Kurmancî distre, bi vî awayî jî ew ber bi profesyoneliyê va diçe. Helbet tevgera Hozan Şiyar bala dewletê jî dikşîne. Dewlet biryara mişextkirina Şiyar digre. Li ser vê yekê Şiyar dev ji karê dewletê berdide.

Bilbilê Farqînê di salên 1976-77’an bi tevahî xwe dide kar û barên muzîkê û tevgera şoreşgeriyê. Bi radyoyên xwe yên veşarî li radyoyên wekû radyoya Rewanê,Radyoya Bexdayê godar dikin û qeyd dikin û paşê distrên hunermendên wekî Aram Tîgran, Tehsîn Taha û Mihemed Şêxo dibêje, weka ku dibêjin rehmetiyê Şiyar heyranê dengê Mihemed Şêxo bûye dem, saet gav lê godar kiriye.
Sala 1975 an da bi dijwariyek û astengiyên mezin bi xebatên axura malê qasetê wî yê pêşîn bi navê Birîndar im derdiçe. Xanima ku voqalîstiya Şiyar dike Selma ye ku Eman Leylê, Lê Canê,Ormiye, Zozan, Kuda diçî lawo…bi şiyar ra dstrê.
Piştî ev qasetê xwe yê pêşîn Şiyar di navbera salên 1975 û 1980 yan de tevî hemî zor û zehmetî û qedexe kirinan jî ew pênc qasetan, Birîndar im, Bîranîna Ferîd,Sazbendo, Kuda diçî lawo,Zozan Zozan, di pey hev da derdixe.
Ber bi salên 80’yan nav û dengê hozan Şiyar li bajarên Kurdistanê belav dibe. Ew li bajar û bajarokên Kurdistanê bi stranên xwe yên şoreşgerî bang li hişyariyê li gel dike. Hozan Şiyar jî wekî piraniya rewşenbîr, siyasetmedar û hunermendê Kurd para xwe ji cûntaya leşkeriya sala 1980’yan digre. Rejîma leşkerî hozan digre û davêje zindanê. Ew qederê du salan di zindana Diyarbekrê da dimîne. Piştî du salên zindanê Hozan tê berdan. Gelek dem li ser berdanê de derbas nabin sala 1984’an ew careke din jî ji ber deranîn û belav kirina qasetên Kurdî tê girtin. Ew sala 1986’an jî tê berdan.
Hozan Şiyar ji sala 1980’î heta 1991’î stran nastrê ji ber ku çend caran tê girtin ya din kurdî tê qedexekirin hevalên wî yên wê demê wekî Salih Dalgin, Ahmet Farqînî Rêzan bi tirkî distrên lê ew dibêje ez ji xeynî zimanê dayîka xwe stran nastrêm û mîqrefonê datîne tê tenê li cumbuşê dixe. bi eks û rikek stranên Kurdî distre. Dewlet jî bi îsrar wî digre bi êşkenceyên giran li wî dike.
Di sala 1991’î da hozan bi qasetên nû derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe. Qasetê wî yê navdar “Şêrîna min”e. Lê her ku diçe rewş xerabtir dibe. Xwedî kuştin û kiryarên ne diyar navê Hozan Şiyar dikin lîsteya xwe. Êdî hozan nema dikare ji mal ve derkeve. Ew çar pênc mehan di malê da dimîne, heta ku ew xwe davêje Stenbolê. Li vir ew bi Navenda Çanda Mezopotamyayê ra têkiliya xwe datîne. Piştra sala 1992’yan ew diçe Swêdê. Hozan Şiyar sala 1998 an êşa Penceşêr(qanserê) lê dikeve û ew sala 22 Avrêla 2001’î da tevî hesreta Farqînê li Stockholmê diçe ser dilovaniya xwe. Li gor daxwaza wî, li Farqînê li Goristana Şêx Xelîlê tê veşartin.
Bilbilê Farqînê bi sekna xwe bi xebat û hişmendiya xwe bi deng û awazê xwe ji Silîva ra Perû û xelatek hêja ye, Ji ev temenê ku lê hatibû belqitandin girtîgeh,mişextî û dûrewelatî  û terkewetenî, Bilbilê Farqînê ji  Kurdistanî ya ra şeş qasetên giranbuha hiştiye.
Şêrîna min, Ormiye, Kuda diçî lawo, Dayê Welat Şêrîn e, Heyla Dayê,Heval Ferid …stranên Şiyar yê bi nav û deng in bi xwe Şiyar evan stranan çêkirye bi qasî dengê xwe di qelema xwe da jî jêhatî bûye. her wekî stranên weka; Zozan Zozan, Yar Yarê, Xanimê,Koçerê, Zeriyê Asê, Cizîr e Cizîr e stranên gelerî/herêmî jî digot. Ji mihemed Şêxo, Min bihîstî tu nexweş e,Pejna te nayê, Bêrîvana Tehsîn Taha û ji Seîd Yusiv û Aram Tîgran dstrand…

Huner-Mend-ek e Şoreş-gerek-e Hozan Şiyar. Pêşengek e ji Kurmancî-stranbêja ra, Şorejbêjeke di nav liv û tevgerên hevçaxê xwe de çalakvanek e jîr û jêhatiye   ....



Em nivîsê bi Helbesta Şai’r û nivîskarên xwe yên gewre Rojen Barnasî biqedînin

LI PEY ŞIYAR

Tembûra Şiyar*
Li pincê dîwar stûxwar ma
Û sêwî
Ji tiliyên hunerbar.

Dengê wî
Mîna xewneke şîrîn
Li gergefa xeyala
Ji me re
Yadîgar ma.

Me bi ecel nekarî
Hew ji destê me qediya

* Hunermendê dengbêjî û sazbendiyê Şiyar 22.04.2001, saet 09:00 de dinya xwe guhast.

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bê...

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn...

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê     Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn. Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn , bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da , li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan . Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet ...