Ana içeriğe atla

Pîra Xanê û Elîşbaxa Bavfileh

Pîra Xanê û Elîşbaxa Bavfileh


  • May 15th, 2012
Ooo Hebû qet tune bû
Ji xwedê mezintir kes tune bû
Mezinê fila kûçikê me bû (!)
Belê belê sed heyf û mixabin çîrokên diya min bi van peyvan dest pê dikirin. Ew hesûdî ya ku li dijî fila hebû mixabin bandora xwe dabû ser her tiştî . . .
Lê ez bi van peyvan dest bi çîroka xwe nakim
Ez ê bi haweyekî din dest bi xebrojka xwe bikim
Rojek ji rojan
Rehme li dê û bavê guhdaran . . .
Hebû tunebû li gundekî çiyayî jineke jinebî bi navê Xanê hebû. Mêrê wê Arif sedema êşa qansêrê di ‘emrek ciwan da çûbû rehmetê, ji ber wê kar û barê malê qelibî bû ser pişta Xanê. Pîra Xanê di nava gund da bi nav û deng bû, gava ku kofiya xwa ya rengînî û giranbûha wek barê gayekî li serê xwe dilefand û li nava gund da piyase dikir millet hijmet bû lê binhêre.  Jinek zana û jîr bû, jêhatî bû di karê xwe da. Ez bi xebrojkê wê -pîra xwe ya Hecî Xanê- mezin bûm. Hertim wê qal û qisa xelqê dikir di xebrojkê xwe da, lê gere çîroka wê jî hebuya, belê belê hebû û bi ya min xweştirîn ji hemû çîrokên ku ji me ra di şevên reş û direj de gotûbêj kiribû . . .
Ev çîrok çîroka pîra min e. Ez ê bi zimanê wê çîrokê bi ziman bikim.
Deka werin em bi hev re guh bidin pîra min a gorbihuşt.
Haydê pîrê qewet be ji te re
Ez çi bêjim û çi jibîrkim kurê min
Xelay bû, tunebûn hebû, salên birçîbûnê bûn zar û zêçên me ji birçîbûnê xewa wan nedihat. Ez bi halê xwe yê jinebî li nav mala digeriyam, qewraşiyê dikirim û debara xwe û zaryê xwe bi çend quriş û loqên ku xelqê dida min me derbas dikir. Rojekî ji rojan ez derketim karê paqijiyê, ez bi piya çûm gundekî ku cîran e ji gundê me re. Li wî gundî mala Gago yê File hebû, min bihîst ku karê wan heye, ez rasterast çûm mala wan.
Ez dîsa weka hertim ketim nav malê, paqij kir, piştre nan danî ser sêlê û qeland, jinika malê jî Elîşbax di nav malê de diçû û dihat, digeriya û bang dikir, karê min nîşî min dida. Çewa ji ber çavan hinda bû Elîşbax, min nanê ku ji ser sêlê danîbû erdê, çend heba kir bêrîka xwe.
Elîşbax, ji nişka ve derket û pirsî : Te nan xwariye? Min deng nekir, cardin pirsî, min deng nekir û pê re stêrk bi çavên min ketin, min nanê ku kiriyê bêrîka xwe nîşanî Elîşbaxê da û min got : Zaryê min li mal birçî ne, xwarin bi min da naçe. Elîşbaxê, nanê ku min li sêlê sor kiribû hemû li hev pêça, kir nava potekî û got, “here, anka zaryê te li benda hatina te ne.” Ez di rewşeke neçar û hejar de bi mêja mexrîbê re xatira ji Elîşbaxê xwest û ez ketim rê . . .
Bi piya, di tariyê de, bi serê xwe tenê min xwe li riya gund girtibû. Digotin mêrê şevê tune ye, min bawer nedikir lê ew çax ez têgihîştim ku bera jî tarîtî kirasek ji tirsê ye. Li pişt min teperep û dengê re’wira tên, piyên min, min kaş dikin, nahêlin ez li pişt xwe bifetilim, bi lez û bez bi çargavan çavê xwe li ronkahiyek digerînim da ku xwe bigihinim gund. Piştî limêja îşayê binhçikyayî û heft belayan min xwe gihand mala xwe . Min bala xwe dayê ku zarok di nav ciyan de ne, ketine xew, min Hemo hejand, “lawo rabe, min bi xwe re perçekî nan aniye, sebî birçî çawa razan?”
Hemû şiyar bûn û gotin “dayê, tu wî nanî bixwe, em çûn ketin tûrikê mala Hecî Sebrî, me tûrikê wan qul kir û me ji xwe re hinek zed derxist, anî, xwar.” Hêna bêhna min derket û ez çûm ser doşeka xwe rûniştim û bi vê rehtbûnê û zikbirçî min nanê ku Elîşbaxê dabû min xwar . . .
Erê, kurê min, ez çawa bêjim, birçîbûn bê ol û bê bext e!
Ez hatim vî emrê xwe jî min Elîşbaxê hê ji bîr mekirye.
Nizanim, kurê min ew çi tofan bû, ew çi rojên reş bûn ku anîn serê me û bizrê neyartîyê, hesûdîyê avêtin nava me Kurdan…
Belê, baweriya me, zimanê me ji hev cihê bû lê em li hev bûn, li hev xwedî derdiketin. Di Remezanê de rojî nedigirtin, lê te nizanibû ku birojîne an nebirojîne. Em diçûn serdana nexweş û teziyê hev. Civakek xerib û çandek xweş me di nava xwe de ava kiribû. Ez çi serê te bêşînim, em belkî sed mal hebûn di gund de, lê em hemû wek malek bûn . . .
Deka îcar ez dipirsim, gelo Elîşbax çi kiribû, çi sûc û qebahetê wê hebû, ma çi îcab dikir ku zaryê wê bê dê û bav, bêkes û bêxwedî bimînin?
Sal :1915
Dîrok, dîsa carekî ji caran xwe nû kir, em Kurd ê ku ji hêla ol ve hatibûn xapandin, dîsa bûn qurbana cahiltî û baweriya xwe . . .
Me ku navê misilmantiyê li ser me bû-dewlatê çeka da destê me û pê li damara me ya oldariyê kir û sed heyf û mixabin em xapiyan. Me rakir wan çekan danî ser situyê Fila -ku bi salan e hev re dijiyan weku bira- daku bibin misilman Xwedê negiravî me navê teblîxê lê danî. . .
Ez carînan bixwe bixwe difikirîm, ma gelo ew çand, ziman û ol çima ewqas dixwazin hevdû bixwin, yên hêzdar pê deyne li ser ê qels û hejar, ma nikarin bi hev re bijîn û biafirînin jiyanek pir çandî û hevpar?
Kurê min, em hatin xapandin, lê divê hûn li me û li kalanê xwe binihêrin, aqil bigrin. Bixweynin, bixweynin û hey bixweynin. Derman û tebîbê me xwendin e. Û bi xwe bawer bin. Heke di jiyana we de bawerî tune be, hûn nikarin tu tiştek biguherînin. Lê baweriya we, kesên ku ne ji baweriya we ne ji we dûr nexîne û wan ji we re neke neyar û dijmin. . .
Xwe nas bikin,
ê ku xwe nas bike ew ê xwediyê xwe jî nas bike,
lewma xwe nas xwedî nas dibêjin . . .

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bê...

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn...

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê     Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn. Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn , bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da , li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan . Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet ...