Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Aralık, 2017 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

kurterexneyek Li ser Ta ya Mehmet Dicle

Çîroka dawî ya Mehmet Dicle bi navê xwe Ta ji nav weşanên Avestayê di sala 2013’an de derçûye.  Pirtûka Ta’yê  piştî Asûs û Nara rista dawiya çîrokên Dicle ye. Mehmet Dicle di sala 1977’an de li navçeya Hezroya Diyarbekir ji dayîk dibe. Li Zanîngeha Stenbolê beşa erdnigariyê kuta dike. Li stenbolê dijî, bi xwe zewicandiye bavê Ronya Zînê ye. Dicle, Di 22 saliya xwe, di temenek ciwan de,dest bi çîroknûsiyê dike û xwe bi xwendin û nivîsandinê mijûl û papo dike miraq û serboriya wî ya nivîsandinê ji pîra xwe ya çîrokbêj digire ew bi xebrojk û çîrokên wê mezin dibe pîra Dicle ji çîrokên Dicle re dibe kok û bingeh Dicle ji xeberojkên pîra xwe ya nexwenda re dibe zar û ziman û wan li bêjinga nûjeniyê dixe, kurm û kirasek resen li wan bar dike û vegotinek, tarzek nûcedî li wan xeberojkên pîra xwe difesilîne, diafirîne û derdixe pêşberî xwendekarê edebiyata kurmancî. Mehmet Dicle di çîrokan xwe de bajarek xeyalî bi navê xwe Asûs ava dike.(di heman demê de navê pirûka çîroka xw...