Ana içeriğe atla

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me




Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me



Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne
Apê Bişo ba tê baran wî dişo
Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye

Ava min û wan bi cêhkî da naçe
Av avahiye
Axura meriv ji qesra xelkê çêtire



Berde binê te erd e
Bê hostakî neçe çiyakî
Bîna diya tê ji xatiya
Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike
Bi aqilê xwe dînê xwe bajo

Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê
Çavên li deriya xwelî li seriya
Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e
Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser

Dengnekir zêr e
Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke
Dewê te li gebola te
Deyndara deyndara xeniqandiye ma ?
Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be
Dê bivîne dotê werîne
Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine
Dîtin û gotin nabin yek
Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike
Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî

Ez karim te bistînim qe nefiroşim
Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe
Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimînî haa!!
Em bi xwêha nav girara hev dizanin
Eyarê bênamûsa fireye
Ewkê xwe bi potika mezin meke

Filankes li Kerê Şeytan  siyarbiye
Filankes wek nanê sêlê ye


Gava ku xwedê dide navê tu kurê kê yî ?
Giyayê hewşê tehl e
Giy ali ser koka xwe hêşîn dibe
Gur û Rovî ye ‘eyar bi nêvî ye
Heft sala çû seferê hat dîsa kerê berê
Heya vir hebin tu nizanî rasta vêjî
Heçî qenc e, ji xwe’r bik sin’et
heta min b’te kir te b’min kir
hivdê Adarê berfê avêt gulîyê darê nema danê êvarê
Himam bi tir û fisa germ nabe
Karkirê xwe şêrînê xelkê
Kerê ku barê te lê nîn be jê ra çoo meke
Kera li ba kera girê medin bila ji hev hînî tir û fisa nebin
Ker  here ku ker e
Kevirê havînê bavê kadînê ew ê lazim be çile û kanûnê
Kevirê giran ritil(kilo) davê
Kevir di ciyê xwe da giran e
Ku vir be bira pirr be
Kurmê şîrî heta pîrî
Kirasê li meriv nebe li hevalê meriv jî nabe
Kî bûk be ew berbûyî ye
Kirasê bê pêsîr li meriv dikin
Kî dibê dewê min tirş e ?

Limêja bi wext, paşê li ser text
Li te cehd, li min mirad(Xwedê gotiye)


Ma hûn Pincara Çiyakî ne ?
Mal têr e, kevanî şêr e
Mala pîrê gora pîrê
Mala mirtiva bi seknê xera dibe
Mala bavê min dûr biya min têr pesnê van bidaya
Mer û mal pevçûn ji kêmaqila tirê ji hev çûn
Mêrê kenok jina gerok
Mêr kanî ye, jin lîç e
Me’na tirekan arê cehiye
Meriv ji kerê hevala zû peya dibe
Meriv divê qey hûn di hev da qul in
Mirî dimire qûnzêrî dibe

Ne bi navê wîne bi dîtina wî
Nefs hemû kes, lîbas ne hemû kes
Nizanim rehetiya canim
Nokên me çûn bajêr bûn leblebî
pîrê bawer nedkiri mêrke de’wa heftik û heştikan dike
Piyê xwe li gor lihêfa xwe dirêj bik
Rasto bi xwedê ra zewal tine jê ra
Rehê dara bûne kevaniyê mala
Rêç rêçê Kerê Cû ne lê fihêşk fihêşkê Bûka Nû ne
Roj bûne sal kevanî bûne beqal
Rovî naçe qulê rîsîkî giya bi xwe ra dibe
Sal b’sal xwezî b’par serî qûç e binî pûç e
Serê kêrê zikê zebeş
Serê ku meêşê pota lê girê mede
Sê tişt xweşin bi sarî, tirşik û mehîr û karî…
Şam dûr e mişar ne dûr e
Şorbe morbe kevanî kor be



Tu çar pê û du serî bî
Tu nekî Xwedê bide te
Tu sofî bî êvarê înya pirr in
Tu hevalê tûtikê bî ew ê nikulê te tim di gû da be
Tu dûr î tu bi nûr î
Tu gû çiqa tevdî bêhn dide

Jina bîne esîla avê bixwe ji mesîla
Jinka min hey eli mala bavê xwe ye
Ji xasa dor nagihê nasa
Ji darek diçe sed şax
Ji qijikê qelî çênabe
Ji diza tirê her kes diz e
Ji têrî, bû nêrî
ji pezê pirr maye kavirê kurr

Xera dibe mala zêra,xera nabe mala mêra
Xwedê heye xem tunne ye,mirin heye rev tunneye
Xwedê noka dide ê bê diran
Xwediyê sebrê milûkê Misrê
Xwezil bi navê wî ne bi dîtina wî

Qenckiro b’xwe ra kiro xerakiro b’xwe ra kiro
Qey mîrato hema bîst li min ketiye
Qey tu serê biskê yî ?

Zaryê Horê werne dorê
Zewac carkiye,mirin carkî
zimanê xwe jêke ciyê xwe çêke
Zimano leq û leq seriyo teq û req zimano birî seriyo seqirî

                                                                                       *Taxek,çolek beyar e li Farqînê.


                                                                                              
                                                                                                   Çavkanî : Zibeyrê Xanê
                                                                                                    Temen : 77
                                                                                                    Perwerdehî : Nexwende
                                                                                                    Sal : 2014

                                                                                                    Herêm: Silîva/Farqîn
                                                                                                    Wêne: Gertrude Bell

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewi

Welatekî ku şer tê de hebe nirxa hunerê nayê zanîn

Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû... Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn.   Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye? - Hîvron Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “

Zarokek ji Tirsê

“Tirs li cem me, ji berî zarotiyê dest pê dike. Mêr gava ku dixwaze bi jinê re razê, ditirse. Hingî ji biçûkanî de ji têkiliyên cînsî hatibû tirsandin, piştî ku mezin dibe jî, êdî nikare wan têkiliyên germ bi jinê re bijî, jixwe jin ji mêr bêtir ditirse ew lerizandina ku mêr pê re ava xwe ya nêr berdide ser hêka mê ya jinê, lerizandina tirsê ye beriya ku ya xweşiyê be” Hevirtirşê jiyana me bixwe tirs e… Ez di gundek wusa de hatime dinyayê ku mêr di şeva xwe ya ewil de bi dar çiye ba jina xwe, hey hewar ev kevneşopiyek çawa ye ku mêr çiqa li jina xwe bixe, çiqa lê zilm û te’deyê bike ewqas mêr e. . . Tirs di heman deman de li jiyana min de jiyana min bixwe tirs e. . .  Bi tirsek û ricfek bê sebr û hedan ez têm dinyayê. Ez goriyê axa û gelê xwe bûm. Di şeş saliya min de bi zimanek xerîb min dest bi xwendin û elimandinê dikir.hinkirina zimanek biyanî salên min distent,ziman-herimî dibûm di nava malê û dibistanên de hertim bi tirs diaxivîm. Di zaroktiyê de mamostey