Çîroka dawî ya Mehmet Dicle bi navê xwe Ta ji nav weşanên Avestayê di sala 2013’an de derçûye. Pirtûka Ta’yê piştî Asûs û Nara rista dawiya çîrokên Dicle ye. Mehmet Dicle di sala 1977’an de li navçeya Hezroya Diyarbekir ji dayîk dibe. Li Zanîngeha Stenbolê beşa erdnigariyê kuta dike. Li stenbolê dijî, bi xwe zewicandiye bavê Ronya Zînê ye. Dicle, Di 22 saliya xwe, di temenek ciwan de,dest bi çîroknûsiyê dike û xwe bi xwendin û nivîsandinê mijûl û papo dike miraq û serboriya wî ya nivîsandinê ji pîra xwe ya çîrokbêj digire ew bi xebrojk û çîrokên wê mezin dibe pîra Dicle ji çîrokên Dicle re dibe kok û bingeh Dicle ji xeberojkên pîra xwe ya nexwenda re dibe zar û ziman û wan li bêjinga nûjeniyê dixe, kurm û kirasek resen li wan bar dike û vegotinek, tarzek nûcedî li wan xeberojkên pîra xwe difesilîne, diafirîne û derdixe pêşberî xwendekarê edebiyata kurmancî. Mehmet Dicle di çîrokan xwe de bajarek xeyalî bi navê xwe Asûs ava dike.(di heman demê de navê pirûka çîroka xw...
Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû... Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn. Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye? - Hîvron Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “...