Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû... Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn. Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye? - Hîvron Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “