Ana içeriğe atla

Mêrê Şevê


Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû... 

Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewiya min ji birçîbûna min e. Halhal gava ku bîstek şûn ve serê xwe di pacê de bir. Temaşa barana ku hûrik hûrik dibariya kir. Wê hingê baş têgihîşt yê birçî ne bedena wî ye. Na. Dibe ku kûzekûz û piçirandina rihê wî be ku hukim dike û nahêle xew bi çehvên wî bikeve. Beden birçî be têr dikî bi hawakî, bes ji bo dilekî tî û zengarî têrbûn çiye? Nizam. Dike dûmanek din jî berde...

Hîn temam 18 salî nebûbû ku diya wî bernavkê “Mêrê Şevê” lê danîbû.Ew ro û îro ev lawikê gewrik bi ser hişê xwe ve nehatibû.Şev lê hatibûn xezebê û xew lê herimandibûn. Biro raketî bişev vêketî bû. Ew ê bida berhev.Ew ê bihêra.Ew ê şêwira kuştina çendîn zilaman bikira..Ew ê ber bi bayê çendîn xeyalên efsûn û fehşik biketa.Ew ê bi saetan di gel çend şevdaş û şeverqedaşan re biketa qayîşkêşanê.Bes ew ê netemiriya û netefiyaya.


Piştî her rojetariyên sar vedigeriya ser her du ruknên şevê;
Şevê bijî, dibe ku şev te aş û baş bike.
Bi şevê hewtiya xwe bîne, dibe ku şevek Şev te bihewîne.

20.12.217/ Diyarbekir
* Wêne : Abbas kiarostamî


Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn...

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê     Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn. Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn , bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da , li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan . Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet ...