Ana içeriğe atla

kurterexneyek Li ser Ta ya Mehmet Dicle


Çîroka dawî ya Mehmet Dicle bi navê xwe Ta ji nav weşanên Avestayê di sala 2013’an de derçûye.  Pirtûka Ta’yê  piştî Asûs û Nara rista dawiya çîrokên Dicle ye.
Mehmet Dicle di sala 1977’an de li navçeya Hezroya Diyarbekir ji dayîk dibe. Li Zanîngeha Stenbolê beşa erdnigariyê kuta dike. Li stenbolê dijî, bi xwe zewicandiye bavê Ronya Zînê ye.

Dicle, Di 22 saliya xwe, di temenek ciwan de,dest bi çîroknûsiyê dike û xwe bi xwendin û nivîsandinê mijûl û papo dike miraq û serboriya wî ya nivîsandinê ji pîra xwe ya çîrokbêj digire ew bi xebrojk û çîrokên wê mezin dibe pîra Dicle ji çîrokên Dicle re dibe kok û bingeh Dicle ji xeberojkên pîra xwe ya nexwenda re dibe zar û ziman û wan li bêjinga nûjeniyê dixe, kurm û kirasek resen li wan bar dike û vegotinek, tarzek nûcedî li wan xeberojkên pîra xwe difesilîne, diafirîne û derdixe pêşberî xwendekarê edebiyata kurmancî.

Mehmet Dicle di çîrokan xwe de bajarek xeyalî bi navê xwe Asûs ava dike.(di heman demê de navê pirûka çîroka xwe ya ewil) Asûs çi ye gelo? Asûs,binhişîna Dicle ye gelo? Bajêrek diyar e, ango her der e? Dibe ku Asûs hêlîn û kozika çîrokên Dicle be? Ma nabe ku Asûs,di heman demê de bajar û gundê her xwendevanî be? Asûs di prangaya demê de nefetisiye, Asûs demkor e. Asûs bajarek bê zeman e. Mehmet Dicle wext tunne kiriye, çirrandiye li Asûsê.
Bajarek bêzeman û nediyar û xeyalî; Asûs

Afirandina  ev bajêrê efsûn, ji sedema ku dibe neynik ji her xwendayî re Asûs azadiye. Hemî kiras lê tên tefsilandin. Her kesê xwendevanê Çîrokên Dicle bi hêsanî dikarin xwe tê de bibînin û Asûsê wek bajarê xwe bihesibînin bi vî newayê Dicle, di wêjê di rêbaza hunerî de ji realîzma efsûnî(rasteqîniya efsûnî) sûd wergirtiye û bizav şixulandiye

Rasteqiniya hunerî li Emerikaya Latîn kok vedide. Bi kurt û kurmancî k mirov pênase bike, di rêbaza hunerî ya Rasteqîniya Efsûnî de tiştên efsûn û ji dûrîaqila li ser tiştên normal ango rast tên barkirin. Di Wêjeya Cîhanê de nûnerên vê rêbaza hunerî gellekin ji wan çend mînak, Gabriel Garcia Marquez, Jorge Luis Borges, Selman Ruşti,Gunter Grass, Italo Calvino û Milan Kundera nûnerê vê rêbazê ne.

Mehmet Dicle jî di wêjeya kurmancî de yek ji nûnerên rasteqîniya Efsûnî ye. Dicle ji naverok û meselokên jê rêzê û piçûk kesayet û karakterên mezin ava dike.


Mehmet Dicle bi çîroka xwe ya sêyem Ta’yê rista dawî jî temam kir. Rista ewil Asûs, ya didûyan, Nara û ya dawî jî Ta. Çîroka Ta'yê ji donzdeh çîrokan pêk tê, ev çîrok giş bi tevahî li Asûsê,bajarokên xeyalî yên Dicle derbas dibin. Bi navên xwe; Sala Kulê, Zîv û Zêr,Ta,Seyd,Ronî,Marê birîndar,Li Asûsê Şeveke Kerr,Ji Me Çêtir, Hêlîna Qijikê,Du Kanî,Baran û Nepen û Maria ne. Di hemiyan de jî vebêj cînavka kesê yekemîn(ez,min)e.

Zimanê çîrokên Ta’yê zimanek fesih û herikbarin. Zimanek heta tu bêjî lihevhatî,çê û bi bîwêj û gotinên rabirdûyan kemilandîne. Mirov wusa pê derdixe  ku haya Dicle pir baş ji çand û kelepora kurdî heye. Pirtûka Ta, bi bi peyv û hevokên ji bîrbûyî,ji bin kewarê dagirtiye Di hêla ziman de çîroka Mehmet Dicle, Ta mirov dikare bi dilekî rehet bêje serkeftiye.

Belam heman tiştî mixabin bona tefsilandin û vegotina çîrokan meriv nikare bêje ji ber ku çîrokên Ta'yê giş çîrokên şiryar û gunda ne an hêlîna teva Asûs e. Ta, bereksê kitêbên wî yên ewil Asûs û Nara(ku mijarên çîrokên ew ne tenê li Asûsê li hin deverên din jî derbas dibûn,wekû diyarbekir,Stenbol) di hundirê Asûsê de fetisandî maye. Mehmet Dicle bi Ta’yê-ku rista dawiya Asûsê bû- vegeriya mala xwe

Çîroka ewil bi navê xwe Sala Kulê çîrokek serkeftiye,hin metaforên bikeys di zik xwe de dihewîne weka, seriyên nav zibil,hine,xela,keçika şiyar,porê zer û h.w.d. Afirîneriya Dicle di çîroka Sala Kulê kiras digire, dikemile û bi şaşmayîn û matmayînek ecêb xelas dibe. Di serê xwendekêr de miraq û pirsan dihêle û xwendekar bêhmedî xwe li ser difikirin

Mehmet Dicle ji ber ku Ta’yê di bin psîkolojiya “divê ev çîrok neyên ji bîr kin, bêtine nivîsandin” de nivîsandiye. Çîrokên wî qels mane çîrokên Ta’yê di nav dudiliya xebrojk û çîrokan de mane mînak çîroka duyem Zîv û Zêr ji pendnameyek Seydayek wêdetir ne tu tiştek e, meriv nikare ji Zîv û Zêr re bêje çîrok, tenê wek bîranînek zarokatiya nivîskêr di pirtûkê de serqot û beloqî dimîne.

Serkeftîtir Çîroka  Ta’yê bêguman  Çîroka 3yem ku navê xwe daye pirtûkê çîroka Tayê. Çîroka tivinga jinkuj çîrokek bêhempa ye. Hem bi vebêjeriya xwe hem bi ziman û vegotina xwe û hem jî bi naveroka xwe-ku kêm kes dikarin wêrektiyek wilo nîşan bidin û wek mijar têkiliyên navmalbatî bijbêrin – hêjayî xwendinê ye.
Çîroka Ta li ser karakterên Apê Cemşîd ê tivingfiroş afîşekirina sosyolojiya portereyek kurdan e, bi şêweyek serkeftî û wêrek- ku di dawiyê de xwendevan bixwe bi Tayê dixîne- raxistina derûniya civakê ye.
Çîrokên 4 û 5an Ronî û Seyd ji hêla çîroaknûsiyê de pir qels in. Wek bêrikirinek li zarûktiyê tên dîtin.

Ta, ji her sê pirtûkên Dicle ya çiûz û zeîfokî maye ye. Bereksê Asûs û Nara, Ta ji hêla teknîk, şêwe,hûnandin û vegotinê de qels û kêm  maye.
Mehmet Dicle, çîroknûsê çolter(taşra)ê ye bi çîrokên xwe meriv dike rêwitiyek aram û meriv bêhemdî dibe jiyana derveyî navendê jiyana qeza û gundan. Di çîroknûsiya wî de Deşta Silîva,Hezro û pîra wî ya çîrokbêj bandorker in, jêderk û asasê çîrokên evderin. Di hêla şayesandina çol û  pesaran de mîna wênesazeke bêguman tahm û ekla mirovên taşrayê difûre ji çîrokên wî.


Adar/2017/Deşta Diyarbekir






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bê...

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn...

Binefşa Xanê

Binefşa Xanê     Dayîkên şipil-jêhatî; ku her yek ji wan diya dehan sebiyan bûn, xwesû û kevaniyên kulfetek giran bûn bi carekê xwe di nav duxan û ritama bajêran de dîtin… Û her ku ji aramî û pak-paqijiya gundan dûr ketin; di nav kuçe û poxanên metrepolan de gevizîn, lewitîn û li can û cesedên wan nexweşînên nû peyda bûn. Rûhên ku li gundan bi xwezaya deşt û çiyayan, bi dehl û satar û mêrgên bêserûber mezin bûbûn , bûbûn şirîk û destbirakên hevên rasteqînên vê jiyana xapînok û derewîn, hema hahanka di nav sî û tavê da xwe li bajêr dîtîn, di nav beton û asansoran da , li nav kolan û papûrên ripîreş da, li kêleka merivên spîsar û robot-maket tenêtî û xerîbiya zik xwe divereşiyan . Binefşa Xanê jî yek ji wan jinên terkewelat bû. Di 32’liya temenê xwe da dabû serê rê ketibû nav dol û dehfikên dûredestiyê. Diya 3 qîz û 3 kura bû. Mîrata felekê di cihaniya wê da çep zivirî bû. Porkurê sala parîn dev ji mêrê xwe berdide û piştî çend meha dibîne ku ti tab û taqet ...