Ana içeriğe atla

Kayıtlar

Mêrê Şevê

Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû...  Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewi
En son yayınlar

kurterexneyek Li ser Ta ya Mehmet Dicle

Çîroka dawî ya Mehmet Dicle bi navê xwe Ta ji nav weşanên Avestayê di sala 2013’an de derçûye.  Pirtûka Ta’yê  piştî Asûs û Nara rista dawiya çîrokên Dicle ye. Mehmet Dicle di sala 1977’an de li navçeya Hezroya Diyarbekir ji dayîk dibe. Li Zanîngeha Stenbolê beşa erdnigariyê kuta dike. Li stenbolê dijî, bi xwe zewicandiye bavê Ronya Zînê ye. Dicle, Di 22 saliya xwe, di temenek ciwan de,dest bi çîroknûsiyê dike û xwe bi xwendin û nivîsandinê mijûl û papo dike miraq û serboriya wî ya nivîsandinê ji pîra xwe ya çîrokbêj digire ew bi xebrojk û çîrokên wê mezin dibe pîra Dicle ji çîrokên Dicle re dibe kok û bingeh Dicle ji xeberojkên pîra xwe ya nexwenda re dibe zar û ziman û wan li bêjinga nûjeniyê dixe, kurm û kirasek resen li wan bar dike û vegotinek, tarzek nûcedî li wan xeberojkên pîra xwe difesilîne, diafirîne û derdixe pêşberî xwendekarê edebiyata kurmancî. Mehmet Dicle di çîrokan xwe de bajarek xeyalî bi navê xwe Asûs ava dike.(di heman demê de navê pirûka çîroka xwe ya ewil

Welatekî ku şer tê de hebe nirxa hunerê nayê zanîn

Di payîza 2013'an de min û hevalê gewre Zindan Fîdancî li Hewşa Şaredariya Farqînê li Navenda Çand û Hunera Zembîlfroş bi hunermendê me yê hêja Hîvron,Nusret ÎMÎR're re çend gotin û gelagal li ser muzîka kurdî kir keremkin hevpeyvîna me ev bû... Te gotibû vê payîzê albuma sisêyan amade ye. Tiştê ku ez zanim hin teşqêle jî çêbûn.   Vaye salek zêdetir tu li serê sekiniyî. Niha xebatên vê albumê di çi astê de ye? - Hîvron Albuma sisêyan bila bibe surprîz. Bila ji gohdarvanan re bibe surprîz. Ez dixwazim piçek qala muzîkê bikim. Mesela muzîka kurdî di çi astê de ye? Muzîka kurdî ber bi nûjeniyê ve diçe, milekî wê li ser koka xwe radibe û diçe. Li ser muzîka kurdî gelek xebatên baş hene û yê ne baş jî hene. Ez van hewldana ji bo muzîka kurdî baş dibînim. Mirov muzîka kurdî dikare ji salên 80yî binirxîne û bîne heya îro, gora min vê rewşa niha dibe ne pirr baş be lê ez ji bo muzîka me girîng dibînim, van hewldana erênî dibînim. Kilamên gelêrî, gelek girîng in. Mînak kilama “

Bilbilê Farqînê

Hunermend û Hozanê Kurd Şiyar Farqînî di sala1953’an da Li Silîva tê dinyayê. Navê wî yê ewil Celal Sarıkaya ye. Bi eslê xwe ji Heskîfê ne bapîrê Şiyar koçî Farqînê dike. Di heft saliya xwe da bavê xwe Şerîf –ku wênekêşek bi nav û deng e, li Silîva- hunda dike. Dayîka Şiyar tevî çar zarokên xwe yên hûrik bî dimîne. Dayika ciwan ji bo xwedî kirina zarokên xwe li kar digere. Ew piştî demekî li Kargeha Tekelê ya li Farqînê weke karkerekî dixebite. Hozan Şiyar li aliyekî li yatliyê dimîne û ji aliyê din va jî ew dixebite da ku alîkariya malbatê bike. Di van salan de dengê hozanê xweş bala mamoste û şagirtan dikşîne. Ew li şahî û çalakiyên dibistanê de distre. Di heman demê de jî ew sal salên ku tevgerên pelên şoreşên şoreşgerî û welatparêzî di nava ciwanan da bi xurtî belav dibe. Hozan Şiyar jî xwe ji ber van pêlan nade alî. Ew jî bi xurtî cihê xwe di nava tevgera şoreşgerî da digre û ew bi dengê xwe li dijî pişaftinê derdikeve. Ew bi zimanê dayika xwe bi Kurmanciya Şêrîn û gewr st

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me

Çend Gotin û Biwêjên Mezinên Me Aqil taca zêrîn e li serê hemî kesî nîne Apê Bişo ba tê baran wî dişo Aş ji dest çiye li pey çeqçeqokê ketiye Ava min û wan bi cêhkî da naçe Av avahiye Axura meriv ji qesra xelkê çêtire Berde binê te erd e Bê hostakî neçe çiyakî Bîna diya tê ji xatiya Bi dinyayê bişêwre bi aqilê xwe bike Bi aqilê xwe dînê xwe bajo Cêrê ku tim here avê ew ê rokî bişkê Çavên li deriya xwelî li seriya Çola Heşto* bi genim e siwaro rep e rep e Çû heyfa bavê, qûna dê da li ser Dengnekir zêr e Derpiyê min li xwe bike, lê qûna xwe pê neke Dewê te li gebola te Deyndara deyndara xeniqandiye ma ? Devê rovî nagije tirî, dibê bila xêra dê û bavê min be Dê bivîne dotê werîne Dibê qey hemû tû kirine devê hev / hev şîret kirine Dîtin û gotin nabin yek Dîwaro ez ji te ra divêm bûkê tu fêhm bike Diza ji dizan dizî, erd û esman tev lerizî Ez karim te bistînim qe nefiroşim Ew ê xwedê şiva xwe li pozê te xe Em ê ewkê te biqurpînin tê bê jin bimîn

Madde ve Mana Ekseninde Xâtûn ve Zembîlfiroş

         Ey dil were dîsa bi coş  Carek ji cama mey binoş   Bikim qîsseta Zembîlfiroş   Da seh bikin hîkayetê  * Ey hükmünü kaderin keskin ve acı kılıcıyla yerine getiren tarih ve onun talihsiz müdavimleri ve şanssız yiğitleriyle bahtsız güzelleri !.. Bir yazı bu denli mi güç yazılır. Bu denli mi titrer insan. . . Kalp neden bu denli ürkek şaşkınlık ve edeple titrer. Semanın asudeliğini titrekliğiyle yaran yıldızların serencamını bu denli mi hisseder insan derinlerinde. . . en derinlerinde. . .Metefizik güç tarihin hangi devrinde böyle bir şehametle fizik kanunlarına üstün gelinmiştir. Peki ya teori ve idealar Yunan’dan Mezopotamya’ya Avrupa’dan Hint’e böyle bir zaferle taçlandırmışlar mıdır pratiklerini. Yahut asaletin ve üstünlüğün, böylesi muhteşem şekliyle tarihe kaydedildiği görülmüş müdür. 10bin yıllık tarihiyle birkaç kişiden başkasına nasip olmayan ve insanı derin düşünce ve ürpertilere garkeden ve dünyanın zahiri lezzetlerini ellerinin tersiyle ve bir an bile tereddüt

Zarokek ji Tirsê

“Tirs li cem me, ji berî zarotiyê dest pê dike. Mêr gava ku dixwaze bi jinê re razê, ditirse. Hingî ji biçûkanî de ji têkiliyên cînsî hatibû tirsandin, piştî ku mezin dibe jî, êdî nikare wan têkiliyên germ bi jinê re bijî, jixwe jin ji mêr bêtir ditirse ew lerizandina ku mêr pê re ava xwe ya nêr berdide ser hêka mê ya jinê, lerizandina tirsê ye beriya ku ya xweşiyê be” Hevirtirşê jiyana me bixwe tirs e… Ez di gundek wusa de hatime dinyayê ku mêr di şeva xwe ya ewil de bi dar çiye ba jina xwe, hey hewar ev kevneşopiyek çawa ye ku mêr çiqa li jina xwe bixe, çiqa lê zilm û te’deyê bike ewqas mêr e. . . Tirs di heman deman de li jiyana min de jiyana min bixwe tirs e. . .  Bi tirsek û ricfek bê sebr û hedan ez têm dinyayê. Ez goriyê axa û gelê xwe bûm. Di şeş saliya min de bi zimanek xerîb min dest bi xwendin û elimandinê dikir.hinkirina zimanek biyanî salên min distent,ziman-herimî dibûm di nava malê û dibistanên de hertim bi tirs diaxivîm. Di zaroktiyê de mamostey