Piştî li ecibandin û şopînerên xwe yên dawî mêzand ji înstagramê derket.Daket twittirê. Li wir pêrgî nûçeyên nû, agahiyên nîvco û belawela, şeqandinên tewşo-mewşo, fikr û bîrdoziyên peritandî hat.Têra dilê xwe xwend.Aciz bûbû.Ev serê çend mehan bû nedifikirî.Xwe bi nefikirandinê papo dikir.Hûr nedibû li ser ti mijar-meseleyê.Di qafika serê wî de hûtên heftserî çeqlebaskan didan, dil û kezeva wî dihate xwarê. Pûrt û pirça qilafetê wî diweşiya belam bi ti newayî kûr nedibû..bela dibû û hey bela dibû... Peyva pêwîst ew bû kû peyv û bêjeyên wî hatibûn zê’akirin. Ti wextî xwe ewçendî kerr û kilekorî hîs nekiribû. Rabû çû metbexê.Titûnek pêça.Xwest bifikire. An ket nola ku difikire. Na na nedifikirî.Cixara xwe kişand.Hat ket nava livîna, bîstekê xwe gevizand bi vî alî û wî aliyê doşekê ve. Na çênedibû.Şeytên mîz kiribû zik xewa wî. Rabû çû ber sarincê, ji satilê taskî mast tije kir.Loqek nan rakir û bi kevçiyan kete ser mast.Hinek birçî bibû. Xwe baş hîs kir. Fikirî go; herhal bêxewi